DOZA QETILKIRINA MALBATA DEDEOGÛLLARI
Dadgehê îddianameya têkildarî qetilkirina malbata Kurd pejirandiye
4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê îddianameya têkildarî qetilkirina malbata Kurd ya Dedeogullari qebûl kiriye. Di îddianameyê de ji bo kesê bi navê Mehmet Altun ku 7 endamên malbata Kurd qetil kiribûn, 7 caran cezayê zindanê ya heta hetayê ya girankirî hatiye xwestin. Herwiha 5 bersûcên dozê jî serbest hatine berdan.