Komeleya Pozîtîf-îzê wê testên HIVê belaş çebike
Şêwirmendiya Hevsalî ya Komeleya Pozîtîf-îzê diyar kiriye ku ew bi xêra kîteyên testa bilez di nava 15-20 xulekan de dikarin encamê hîn bibin. Her weha şêwirmendiyê gotiye, eger encama testê pozîtîf be, bi kesên ku test dane re hevdîtin tên kirin û ji bo nexşerê were çêkirin piştgirî tên dayîn.