Ji Hevpeymana Demokrasiyê daxûyaniya şer: Divê Tirkiye nebe alî
Li ser bangewaziya HDPê, bi tevlibûna 7 partiyên siyasî daxuyaniyeke hevpar hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Kesek nikare Tirkiyeyê beşdarî bloka şer a NATOyê an jî Rûsyayê bike. Gelên aştîxwaz dê rê nedin vê hewldanê û dê nebin aliyekî şer.”