DIYARÎ ASÛRÊ NIVÎSANDIYE
Bûnewerînasî -3 : Helîm Yûsiv û Bûnewerînasî
Yek ji van berheman “Jinên Qatên Bilind” a Helîm Yûsivî ye ku di çîrokên wî de bi têra xwe hêmanên surrealîzmê cih digirin û bêhna bûnewerînasîyê ji wan difûre. Bi xwendina çîrokên wî êşa xwe-bûyîna kurdan dipijiqe ser çavên xwîneran, ewqas ku hibr jî rengê êşê digire di çîrokên wî de.