Dadgehê ji ber parlamenterê MHPê 7 hezar TL li nivîskara BirGunê Gozde Bedeloglûyê birî
Nivîskara BîrGûnê Gozde Bedeloğlu di nivîsa xwe ya bi sernava "Yên ku dewletê ji rabirdûyê heta îro diparêzin" de ji bo parlamenterê Dîlokê yê MHPê Sermet Atay gotibû ku "Tê îdiakirin yek ji kesên herî bibandor ê borsaya FETOyê ye". 2emîn Dadgeha Cezê û Esliye ya Stenbolê ceza li Bedeloglûyê birî.