Li Goksûnê pirsgirêka herî mezin nebûna kon û alavên germkirinê ye
Li Goksûna Mereşê welatî qada fûtbolê weke konê alikariyê bikartîne. Me li wirê bi jinekê re qise kir û wê jinê weha got: “Nexweşiya dil bi min re heye. Roja ku erdhej çêbû min ê wê rojê serlêdana neqlê bikira. Em du malbat di wesayîtekê de dimînin. Tenê kon bidin me, komirê bidin me, ez tiştekî din naxwazim.”