Dozek nû li rojnameger Abdûrrahman Gok vekirine
Derbarê rojnameger Abdûrrahman Gokî de îddianameyekî nû hatiye amadekirin. Di îddianameya nû de 5 wêneyên cûda ku Gokî parve kiriye weke hêcet hatine nişandan. Îddianameya nû bi dosyeya ku li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ye re kirine yek.