Demîrtaş: Temenê wan bi qasî mohrekê ye
Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Demîrtaşî derbarê hilbijartina pêşwext de ji girtîgehê peyamek şandiye û gotiye: “Werin em dest bidin hev, em vê rikberiya tirsnak ji holê rakin. Em vê hilbijartinê bikin daweta demokrasî û biratiyê. Bawer bikin ku em dikarin bikin, bawer bikin û em bikin”.