Parêzer Kaya: Girtiya nexweş Fatma Tokmak di rewşeke metirsîdar de ye
Tenduristiya girtiya nexweş Fatma Tokmakê her diçe xerabtir dibe. Digel ku rapora wê ya dibêje “Nikare li girtîgehê bimîne” heye ew nayê tehliyekirin. Parêzera wê Jiyan Kayayê got: “Nahêlin derman bibe, em gelekî bifikar in.”