Ji bo xebatkarên Flormarê wê li ber Yves Rocher û Flormarê çalakî çêbibin
Forûma Jinan a Yogûrtçûyê bi armanca piştgiriya karkerên Flormarê banga çalakiyê ya li ber Yves Rocher û Flormarê yên li Kadikoyê kir. Karkerên Flormarê ji ber ku bûbûn endamên sendîkayê ji kar hatibûn derxistin û 50 roj in li hemberî vê biryarê li ber xwe didin.