Weqfa Mezopotamyayê wê kursa 9an a folklor û edebiyatê li dar bixe
Weqfa Mezopotamyayê ji bo gihandina berhevkaran, bi beşdariya folklorîst û akademîsyenan wê kursa xwe ya 9an a rûbirû li dar bixe. Serlêdana kursê di 17ê Nîsanê de bi dawî dibe û kurs di 19ê Nîsanê de jî dest pê dike.