"Rojnameger Babat û Arslan bi nîyeta çêkirina nûçeyê tevgeriyan e"
Li 2emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê derbarê herdu rojnamegeran de doz hatibû vekirin.Tevî daxwaza cezê ya dozger, darizandina rojnamegeran di 5ê Çiriya Pêşiyê de biencam bû û dadgehê biryar da ku sûc bêbingeh e û herdu rojnameger beraat kir.