CPJ: Kartên çapemeniyê yên rojnamegeran demildest bidine wan
Komîteya Parastina Rojnamegeran nameyek vekirî ji Fahrettîn Altûnî re nivîsiye û tê de xwestiye ku divê reform di rêziknameya karta çapemeniyê de were kirin. Her weha tevahî rojnamegerên ku li gorî pîvanê ne divê bêyî ku li nêrîna wan a siyasî û saziyên wan were temaşekirin demildest kartên wan yên çapemeniyê bidine wan.