Li Stenbolê agir bi xaniyekî ketiye: Çar zarok mirine
Li gorî agahiyên destpêkê agir ji ber sobeya ceyranê derketiye. Li mala ku agir pê ketiye ya ku 6 kes tê de bûye jê çar mirine. Hin dezgeyên medyayê nivîsandiye ji bo ku malbatê nekariye pereyê fatureya gaza xwezayî bide, bi sobeya ceyranê xwe germ kirine.