HRW: “Êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê krîza mirovî xeternaktir dike”
Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW) di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê, rewşa mirovî ya gelekî xeternak a li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê xeternaktir dike û ji bilî rûxandina binesaziya sivîl di encameke din nade.