Ji ESPyiyên ku hatibûn desteserkirin jê 5 kes hatine girtin
Hevseroka Giştî ya ESPê Ozlem Gumuştaş û nûçegîhana ETHAyê Pinar Gayip jî di nav de 47 ESPyî hatibûn desteserkirin. Dadgehê ji wan biryara girtina 5 kesan daye û derbarê 5 kesan de jî biryara hepsa malê daye. Her weha dozgeriyê bi daxwaza girtinê 10 kes şandiye dadgehê. 27 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest mane.