Daxwaza azadkirina rojnamegeran nehatiye qebûlkirin
34em Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê daxwaza tehliyekirina rojnameger Bariş Pehlivan, Murat Agiret û Hulya Kilinçê qebûl nekiriye. Rojnameger ji ber ku nûçe li ser endamên MITê yê li Libyayê miribû weşandine, hatibûn girtin.