Yekîtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê li Bakirkoyê banga aştiyê kirin
Yekîtiya Hêzên Ked û Demokrasiyê li Bakirkoyê mitîng lidar xist. Di mitîngê de pêkhateyhên hêzên yekîtiyê bang kirin ku pirsgirêka kurd bi demokrasî û aştiyane were çareserkirin, dev ji polîtîkayên şer û tundiyê were berdan û mudaxeleya li dijî xaka Sûriyê jî bi dawî bibe.