Li Amedê 14 siyasetmedar û sendîkavan hatine girtin
Endam û rêveberên HDPyê, Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê jî tê de 14 siyasetmedar û sendîkavan hatine girtin. Piştî parêzeran li dijî biryara girtinê serî li dadgeheke bilind dane, dadgehê Bayram Bozyel, Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê tehliye kiriye.