DOZA KOBANİYÊ
Demîrtaş: Erdogan, Bahçelî û Soylû li ser kursiya dadger rûniştine
Siyasetmedar bi beşdarbûn û birêxistinkirina çalakiyên sala 2014ê tên tohmetkirin ku weke “protesyonên Kobaniyê yên 6 û 8ê Çiriya Pêşiyê” tên zanîn. Dozger ji bo her yek ji siyasetmedaran heta 38 caran cezayê miebeta girankirî xwestiye. Dadgehê danişîn taloqî roja Pêncşema 20ê Gulanê kiriye.