Istinafê di doza RedHackê de cezayê 5 rojnamegeran pesend kiriye
Dadgeha Istinafê cezayê girtîgehê yê li 5 rojnamegeran hatibû birîn pesend kiriye û biryara beraetê ya Derya Okatanê jî betal kiriye. Rojnamegeran e-mailên Berat Albayrakî ên ji aliyê RedHackê ve hatibûn belavkirin, kiribûn nûçe.