DOZA QETLÎAMA PIRSÛSÊ
Malbatên Pirsûsê: “Bila Davûtoglû bînin dadgehê”
Piştî ku parêzeran xwestine li dijî mutalayê parastinê bike û heyeta dadgehê daxwaza wan red kiriye, malbatan bertek nîşan daye. Piştî bertekan navber hatiye dayîn û bi destpêkirina danişînê re malbat girtine salona dadgehê. Di navbera malbatan û heyeta dadgehê de cendirme hatine bicihkirin.