DYAyê careke din li Sûriyeyê êrîşî hêzên nêzîkî Îranê kiriye
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê piştî ku di 23ê Tebaxê de li Deyrizorê êrîş bir ser hêzên ku Îranê piştgiriya wan dike, di 25ê Tebaxê de jî careke din ew bombebaran kirine. Beriya bi rojekê êrîşa bi moşekan li dijî baregeha DYAyê pêk hatibû.