Ji ber ku “beşdarî civînekê bûye” dixwazin 15 sal cezayê girtigehê bidin sendîkavanî
Di îdianameyê de Nîhat Demîr, Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Dev Yapi-Îşê bi beşdariya “xebatên Meclîsa Ciwanan a HDPyê” tê tohmetkirin. Demîr bi awayekî aktîf beşdarî berxwedana Balafirxaneya 3yem bûbû.