Duh 20 hezar û 962 kes bi Covid-19ê ketine, 271 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 301 hezar û 164 kesan hatine kirin û di encamê de testa 20 hezar û 962 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 271 kes jî mirine, 868 hezar û 298 doz derzî hatine kirine.