DYAyê serokê DAIŞê Maher el Agal li Sûriyeyê kuştiye
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandiye ku yek ji serkirdeyê DAIŞê Maher el-Agal li gundê Cinderesê yê Helebê di encama êrîşeke hewayî de hatiye kuştin. Al-Agal li ser motorsîkletê ji aliyê SÎHAyê ve hatiye kuştin. Herêm di bin kontrola Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ya ku Tirkiye piştgiriyê dide de ye.