"Cil û bergên me ji me kirin û li ser me geriyan"
Cansû Yapiciyê got: “Me birin odeyekê ji bo bi hûrgilî li ser me bigerin. Gotin ‘Cil û bergên xwe ji xwe bike’. Min got “Çima’. Gotin ‘Ev kar wiha dibe’. Gotin “Şerm neke. Ev wiha tê kirin, tu nizanî’. Cil û bergên min ji min kirin. Li sînga min nêrîn. Bi hûrgilî li ser min geriyan.