Çand û edebiyata devkî ya kurdan û giringîya arşîvandina wan
Çand û edebiyata devkî ew çand û edebiyat e ko berhemên wê bêyî bêne nivîsîn, bi jiberkirinê û bi gotin û stirîna bêjeran belav dibe, dijî û serdeyî nifşên nû dibin. Mesela; sitran, mamik(tiştonek), qewlik, çîrok, metelok û hwd. nimûneyên berhemên devkî ne.