Odeya Mîmaran a Mêrdînê: Li Darayê avahiyeke ji betonê çêkirine
Rêveberê Odeya Mîmaran a Mêrdînê Emîn Baydagî got ku ji bo qadên dîroki yên parastî destûra avahiyên ji depîn an jî ji polayê çêdibe hatiye dayîn lê li Darayê bi betonê avahî hatiye çêkirin. Rayedarên Wezaretê, ev îdia qebûl nekirin.