Parlamentera HDPê Konca hat girtin
Parlamentera HDPê ya Sêrtê Besîme Konca, îro li Êlihê hat desteserkirin ku beriya demekê ji doza ku dihate darizandin hatibû berdan, lê li ser îtiraza dozgeriyê derbarê wê de biryara zeftkirinê hatibû derxistin. Konca piştî derket pêşberî dadgehê hat girtin.