RÊXİSTİNA EFÛYÊ YA NAVNETEWEYÎ
Li Belarûsê tundkariya polîsan bûye weke taybetmendiyê siyasetê
Marie Struthers, Dîrektora Herêmî ya Ewropaya Rojhilat û Asyaya Navîn a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî(REN) destnîşan kiriye ku tundkariya polîsan a piştî hilbijartinên li Belarûsê ku tê de her cure muxalefeta aştîyane hatiye tepeserkirin, êdî li welat bûye teybetmendiyeke asayî ya siyasetê.