“Piştî Rewşa Awarte û girtina saziyên jinan tundkarî li Amedê zêdetir bûye”
Saziyên jinan ên li Amedê diyar dikin ku piştî Rewşa Awarte û girtina saziyên jinan, tundkariya li jinan zêdetir bûye. Li gorî saziyan, bi qasî tundkariya li nava malan, kesên bi cil û bergên leşkerî tundkarî li hejmareke zêde jinan kirine.