Li Bahamayan belema penaberan bin av bûye û 17 kes mirine
Di encama binavbûna belemek li peravên Bahamayana Karayîpan de 17 penaberên ku welatiyên Haîtîyê ne mirine û 25 jî hatine rizgarkirin. 2 gumanbarên ku tê texmînkirin bi qaçaxçiyên mirovan re hevkariyê dikin hatine desteserkirin.