Biryara tehliyeyê ji bo rojnameger Alptekîn Dûrsûnoglûyî hatiye dayîn
Dadgehê biryara tehliyeya Alptekîn Dûrsûnoglû, Berpirsê Giştî yê Weşanê yê Yakin Dogû Haberê daye ku bi tohmeta “pesnê sûcî û sûcdaran daye” 50 roj cezayê girtîgehê lê hatibû birin. Dadgehê 1000 TL cezayê pereyan lê biriye.