Li Stenbolê hejmara kesên ku ji ber alkola sexte mirine, derket 37an
Li gor daxuyaniya walîtiyê di sala 2024an de li seranserê bajêr 302 ton alkola sexte hatiye bidestxistin. Hat diyarkirin ku ji serê salê û vir ve 29 ton alkola sexte hatiye zeftkirin û destûra 64 kargehan jî hatiye betalkirin.