DOZA ABDÛLLAH COMERTÎ
Dadgehê cezayekî kêmtir li polîsê bertawan biriye
Dadgehê 6 sal û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li polîs Ahmet Kûşî biriye ku di dema berxwedana Geziyê de bûbû sedema kuştina Abdûllah Comertî. Beriya ku dadgeha bilind biryara dadgehê bi şûn de bişîne, 13 sal û 4 meh ceza li Kûşî hatibû birîn. Kûş nehatiye girtin.