Di 2020an de 19 kovarên Kurdî 45 hejmar weşandine
Koma Kovargerên Kurd, raporek amade kiriye ku li gorî vê raporê di sala 2020an de 19 kovarên kurdî li ser hev 45 jimar weşandine. Di 45 jimaran de 617 nivîsên bi kurmancî, 47 bi kirmanckî/zazakî, 15 jî bi soranî bûne.