Yildirimê serowezîr hezar û 500 dozên heqaretê yên li xelkê vekirîn betal kirin
Piştî ku Erdoganî biryar da ew dozên heqaretê yên li xelkê vekirî betal dike, Yildirimê serokwezîr jî heman biryar da. Parêzerê Yildirimî eşkere kir ku wan dest ji hezar û 500 dozan berdaye.

Ji bo nûçeya Tirkî/Ingilîzî bitikîne
Serokwezîrê Bînalî Yildirim hezar û 500 dozên li sîyasetmedar, nivîskar, rojnamevan û welatiyan vekirî betal kirin.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê parêzera Yildirimî, Tuba Kiliçê dîyar kiriye ku wê daxwaznameya betalkirina hezar û 500 dozan teslîmî dadgehê kiriye.
Sebeba/binasê betalkirina dozan wek alîkariya ‘’mûtabeqeta civakî’’ ya piştî hewildana derbeyê hat eşkerekirin.
Yildirimî di 2ê Tebaxê de, gotibû: ‘’ Min dozên xwe yên li mûxalefetê betal kirin. Ne li hersê serokan(serokên partiyan) li nivîskar, rojnamevan û filan û bêvan...Hezar û 500 dozên min hebûne. Em naxwazin doza me li ser ti kesan hebe.’’(HK/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.