Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşami hat desteserkirin
Li Sêrtê xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş û du ciwan in din hatin desteserkirin.

Polîsan vê sibê li Sêrtê bi ser malan de girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serdegirtina malan de xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Serhat Dûrmûş û du ciwanên din hatin desteserkirin.
Her weha kesên desteserkirî birine Rêvebiriya Emniyetê ya Bajarê Sêrtê û sedema desteserkirinê heta niha diyar nebûye.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.