Xebatkarê NASAyê: Ez dixwazim vegerim DYAyê
Serkan Golge bi sûcê “endambûna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir)” hatibû girtin. Piştî peywendiya bi telefonê ya serokê DYA(Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û serokkomarê Tirkiyeyê ji girtîgehê derketibû. Wî ji Reutersê re gotiye ku êdî ew hêvîdar e.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serkan Golge bi sûcê “endambûna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir)” hatibû girtin.
Piştî peywendiya bi telefonê ya serokê DYA(Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) Donald Trump û serokkomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdoganî ji girtîgehê derketibû.
Wî ji Reutersê re gotiye ku êdî ew hêvîdar e û dixwaze li DYAyê dîsa vegere karê xwe yê li NASAyê.
Rewşena piştî reşê
“Ez mecbûr im her roj biçim qereqolê û îmzeyekê bidim. Bi vî awayî ez nikarim vegerim Amerîkayê. Lê min dît ku piştî reşê rewşen tê, hêvîyeka min çêbûye...
Trumpî piştî berdana Golgeyî gotiye:
“Min bihîst ku ew ji girtîgehê ji bo malê hatiye şandin. Ew ê di demekê nêzîk de vegere Amerîkayê. Mala Erdoganî ava be ku alîkarî da.”
(PT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.