WHO: Hejmara nexweşên COVID-19ê û mirinên ji ber wê zêde dibe
Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Ghebreyesus têkildarî nexweşiya COVID-19ê diyar kir û got, "Li hin herêmên Rojhilata Navîn û Asyayê mirin zêde bûye û her weha li Ewropayê jî di beşên nexweşiyên giran de û li gelek nexweşxaneyên herêman hejmara nexweşan zêde dibin."
.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Tedros Adhanom Ghebreyesusê Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di civîna çapemeniyê ya heftane de derbarê şewban de daxuyanî da.
Ghebreyesus destnîşan kir ku beriya demsala zivistanê li nîvkada bakur zêdebûnek metirsîdar di bûyerên COVIDê-19 de heye, Ghebreyesus got, ""Li hin herêmên Rojhilata Navîn û Asyayê mirin zêde bûye û her weha li Ewropayê jî di beşên nexweşiyên giran de û li gelek nexweşxaneyên herêman hejmara nexweşan zêde dibin."
Varyanta "Eris"ê zêde dibe
Ghebreyesus destnîşan kir ku varyantek COVID-19ê a gerdûnî tune lê varyanta EG.5 ya bi navê "Eris" zêde bûye.
(AS/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.