COVID-19
WHO: 5 hefteye ku li cîhanê hejmara nexweşan zêde dibe

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) rapora xwe ya heftane weşandiye. Li gorî raporê hefteya borî li seranserê cîhanê 5,7 mîlyon kes bi COVID-19ê ketine.
Li gorî Worldometerê, li seranserê cîhanê ji destpêka pandemiyê heta niha zêdetirî 568 milyon kes bi vîrusê ketine, zêdetirî 6 milyon û 389 hezar kes ji ber vîrusê mirine.
Lêbelê WHO destnîşan kiriye ku tevî zêdebûna hejmara nexweşan, di hejmara mirinên ji ber bi vîrusê de zêdebûnek berbiçav çene bûye. Hefteya borî 9 hezar 800 kes mirine û ev hejmar li gorî hefteya borî neguherîye.
Li Rojhilata Navîn hejmara miriyan ji sedî 78 zêde bûye
Weke herêmî bi rêjeya ji sedî 28an herî zêde hejmara nexweşan li Rojavayê Pasîfîkê û bi rêjeya ji sedî 25an li Rojhilata Navîn bûye.
Hejmara nexweşan li Afrîkayê ji sedî 33 û li Amerîkaya Bakur û Başûr ji sedî 1 kêm bûye, li Asyaya Başûr ji sedî 5 û li Ewropayê jî ji sedî 4 zêde bûye.
Hejmara miriyan heftane li Rojhilata Navîn ji sedî 78 zêde bûye, li Asyaya Başûr ji sedî 23, li Afrîkayê ji sedî 17, li Pasîfîk a Rojava ji sedî 10, li Amerîkaya Bakur, Başûr û Navîn ji sedî 1 kêm bûye û li Ewropayê jî weke xwe maye.(AS/AY)