Wezîrê perwerdeyê: Me TEOG rakir dê îsal nebe
Wezîrê perwerdeyê, Îsmet Yilmazî eşkere kir ku ezmûna TEOGê(Ezmûna Derbasbûna ji Xwendina Bingehîn bo Xwendina Navê) hatiye rakirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê perwerdeyê, Îsmet Yilmazî eşkere kir ku ezmûna TEOGê(Ezmûna Derbasbûna ji Xwendina Bingehîn bo Xwendina Navê) hatiye rakirin.
Ji bo pergaleka nû wezîrî got:
“Wezaret ji bo pergaleka nû ibîne dixebite. Em ê pêşniyarnameyekê ji bo Lijneya Wezîran bişînin. Em ê biryara lijneyê ji xelkê xwe re bibêjin.”
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar di 16ê Îlonê de li bernameyeka televizyonan gotibû:
“Ez naxwazim TEOG hebe. Ez vê yekê xelet dibînim. Divê TEOG bê rakirin.”
Îsal TEOG dê nebe
Wezîrê perwerdeyê got: “Îsal TEOG dê nebe. Divê TEOG bê rakirin û pêşiya Tirkiyeyê bê vekirin.”
(YY/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.