Wezîr Yerlîkaya: 210 kes hatin desteserkirin
ÇHDyê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî aşkere kir ku heta saet 15.00an 206 kes hatine desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand ku di dema pîrozbahiyên 1ê Gulanê yên li Stenbolê de 210 kes hatine desteserkirin.
Her weha Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) da xuyakirin ku di pîrozbahiyên 1ê Gulanê yên li Stenbolê de 206 kes hatine desteserkirin.

Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
1 Gulan 2024
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Stenbolê têkildarî binpêkirin û desteserkirinan maseya krîzê ava kir.
Şaxê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyaniyek da û got ku di encama êrişên polîsan de herî kêm 206 kes hatin desteserkirin.
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.