Wezareta Dadê: Hevdîtina Abdullah Ocalan û parêzerên wî serbest e
Wezîrê Dadê, Abdulhamit Gulî diyar kiriye ku qedexeya ji bo hevdîtina rêberê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) Abdullah Ocalanî û parêzerên wî hatiye rakirin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê Dadê, Abdulhamit Gulî diyar kiriye ku qedexeya ji bo hevdîtina rêberê PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) Abdullah Ocalanî û parêzerên wî hatiye rakirin.
Wezîrî herweha eşkere kiriye ku 7ê Gulanê şandeyeka Komîteya Sekinandina Îşkenceyê ya Ewropayê çûye Girtîgeha Îmraliyê û Abdullah Ocalan dîtiye.
Parêzerê Abdullah Ocalanî, Rezan Sarıcayî eşkere kiriye ku fiîlî hevdîtina parêzerên Abdullah Ocalanî û wî qedexe ye.
Saricayî diyar kiriye hefteya borî wan daxwaz kiriye ew Abdullah Ocalanî bibînin lê daxwaza wan hêj nehatiye qebûlkirin.
(HA/MB)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.