Wesayiteke leşkeran li Mêrsînê qeza kiriye: 2 Ajokar û 4 leşker mirine
Li Mêrsînê, li ser rêya di navbera Mût û Karamanê de basa ku leşker tê de bûn, qeza kiriye. Di encama qezayê de du ajokar û 4 leşker mirine. 10 kes birîndar bûne.

* Fotograf: Ahmet Güler - Mersin / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Mêrsînê aşkere kiriye kul i navçeya Mûtê basa ku leşker tê de bûn, qeza kiriye. Di encama qezayê de du ajokar û 4 leşker mirine, 10 kes jî birîndar bûne.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, qeza li ser rêya di navbera Mût û Karamanê de, li herêma Sertavulê pêk hatiye. Basa leşkeran ji rê derketiye û qulipiye.
Piştî qezayê gelek ambulans û ekîbên îtfaiyeyê çûne cihê qezayê.
10 kesên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Mûtê. (AS/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.