Wesayîteke bi zirx û yeka sivîlan li hev ketine: Kesek miriye, 13 kes birîndar bûne
Li ser rêya Wan û Colemêrg wesayîta zirxî ya leşkerî û wesayîteke sivîl li hev qelibîne û di encamê de kesek miriye.

Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di encama lihevketina wesayîta zirxî ya leşkerî û wesayiteke sivîl a li qada Gûzeldereyê li ser rêya Wan-Colemêrgê kesek miriye.
Piştî qezayê wesayîta sivîlan perçe perçe bûye, gelek ambûlans û ekîbên agirkujiyê şandine herêmê. Li gorî MAyê, ji bo kesên di nava wesayîta sivîl de asê mane bên rizgarkirin, hewldaneke demdirêj hate kirin.
13 kesên di qezayê de birîndar bûne rakirine nexweşxaneyê.
(NT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.