Wêneyên 1ê Gulanê ya li Îzmîrê
1ê Gulanê li Îzmîrê, li Qada Gundogdûyê hat pîrozkirin. Li qada 1ê Gulanê dîmenên rengîn hebûn.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Îzmîrê, mitînga 1ê Gulanê, bi beşdariya hemû sendîka, odeyên pîşesaziyê û rêxistinên sivîl, li Qada Gundogdû ya Alsancakê çêbû.
Komên ku beşdarî li pîrozbahiyê kirin, ji xalên kontrloa polîsan ên li Qada Cûmhûriyetê hatibûn avakirin re derbas bûn. Nêzîkî 5 hezar polîs hatibûn erkdarkirin û helîkopter li ser qadê difiriya.
Bixwîne - Dîroka 1ê Gulanê û çend stranên Kurdî yên 1ê Gulanê
Parlamenterên CHP û HDPyê û Azîz Kocaoglû Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê di nava beşdaran de bûn.
Wêneyên pîrozbahiya 1ê Gulanê ya li Îzmîrê:
(Gİ/HK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.