Wekîlê HDPyê yê kevin Berk û rêvebera partiyê Ozer hatine desteserkirin
Wekîlê HDPyê yê kevin Edîp Berk û endama Meclîsa Partiyê Gulşen Ozer hatine desteserkirin.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê kevin Edîp Berk û endama Meclîsa Partiyê Gulşen Ozer hatine desteserkirin.
Hate ragihandin ku Ozer û Berk ji ber wan axaftinên xwe hatine desteserkini ku di pîrozbahîyên Newroza 2018an de li Çewlikê kirine. Ozer û Berk ji bo îfadeyê li Emnîyeta Amedê tên girtin.
Berk di hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an de wek wekîlê Amedê hatibû hilbijartin. (ÇT/FD)
Werger: Wahdet Ûçar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.