Walîtiya Stenbolê ji ber 25ê Mijdarê Taksîm qedexe kir
Walîtiya Stenbolê beriya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundkariya Li Ser Jinan careke din biryar da ku qadan li jinan qedexe bike.

Walîtiya Stenbolê bi rojan berê li qadan bariyerên polîsan danîne. Di daxuyaniya nivîskî de hat ragihandin ku ji ber bangên li ser medyaya civakî walîtiyê biryara qedexeyê daye.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dibe ku di navbera kom û kesên ku dê li ser mijarê çalakiyek pêk bînin û komên din û kesên din de bûyerên provokatîf ên devkî û fizîkî çêbibin û kesên ku piştgiriyê didin terorê dikarin di van koman de cih bigirin û ji bo armancên xwe bikarbîne.”
“Ji bo rêkûpêk kirina nîzama giştî, pêşîgirtina li sûcan û parastina maf û azadiyên kesên din dê ji saet 00.01ê 25 Mijdara 2024an heta saet 23.59ê 26ê Mijdara 2024an hemû çalakiyên di nava sînorên navçeya Beyogluyê de bên li dar xistin qedexe ye."
(Mİ/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.